Halil Dalkılıç: Bi hişê Tirkî siyaseta Kurdî nabe!

Her ku rastiya rêveberiya Tirkiyê a mafyatîk deşîfre dibe, êrîşên wan ên li ser Kurdan zêdetir dibin. Ji ber ku di mijara mafên Kurdan de li Tirkiyê (û her wiha li qadê navdewletî) xeynî Kurdan muhalefetek tune ye; xwediyên rejîmê kengê hewceyî manîpûlekirina pirsgirêkên esasî yên xelkê dikin, êrîşî Kurdan dikin. Tirkiye ne tenê li bakurê Kurdistanê, herwiha li Rojava û Başûr jî hewldide ku hêviyên Kurdan vemirîne, ku ew ji bo pêşerojeke aram û azad xewnê nebînin!..

-Reklam-

Siyaseta Tirkiyê tenê bi kuştina Kurdan û talankirina Kurdistanê ve bisînor nîne; herwiha bi provokasyonan Kurdan li dijî hevdu sor dike û dike dijminên hevdu. 

Eger meriv di çarçoveya serdemeke demkurtî de li meseleyê binêre; rejîma Tirk di êrîşên xwe yên li dijî Kurdan de heta radeyekê bi serketî ye. Helbet ev serketin ne ji ber bihêzbûna wê ye! Wêdetir ji ber tunebûna helwest û lewaziya siyaseteke giştî a Kurdistanî ye…

Meriv dikane bêje; ku siyaseta Tirkiyê ya wekî dijminkirina Kurdan bi hevdu re jî, heta îro bi ser ketiye. Bi taybetî li Başûr û heta radeyekê li rojavayê Kurdistanê organîzasyonên Kurd ên siyasî mîna dijminan helwestê li dijî hevdu nîşan didin. 

Û wekî encameke vê siyasetê; Kurdan careke din li hemberî hevdu çeper kolandin û 5 pêşmerge şehîd bûn. Partiyên Kurd bi rêya çapemeniyê, bi zimanekî tûj êrîşî hevdu dikin. Lê kî kê tewambar dike, bira bike; pir aşkere ye ku sedemê vê bûyerê dagirkeriya Tirkiyê ye û ev provokasyonên wan e. Herwiha; Tirkiyê di heman rojê de Kampa Maxmûrê jî bombebarankir û 3 Kurd kuştin.

Helbet divê şehîdbûna pêşmergeyan ji hêla komîsyoneke bêalî ve bê zelalkirin û kesên ku bûne sebebê vê bûyerê, kesên ku ev provokasyon dane kirin û ev pêk anîn ji raya giştî ya Kurdistanê re bên aşkerekirin û gorî qanûnên rêveberiya Herêma Kurdistanê bên darizandin.

Li hêla din; helwesta hikûmeta Başûr a li hemberî dagirkeriya Tirkiyê divê teqez bê rexnekirin. Bêdengiya wan a li hemberî dagirkeriya Tirk, Kurdan bi giştî di xem û gumanê de dihêle. Li hemberî êrîşên Tirkiyê rêveberiya Başûr heta îro qasî bertekên pir lewaz ên Amerîka û hikûmeta navêndî ya Iraqê jî bertekek nîşan nedaye û tu rexne li Tirkiyê nekiriye.

Kurdistanî li benda îzahatekê ne; ku gelo hikûmeta Başûr ê kengê helwesteke Kurdistanî nîşan bide û ji dagirkeriya Tirkiyê ya li Başûr, valakirina gundan a ji bo tevgera arteşa Tirk, ji hêla arteşa Tirk ve talankirina gundan, ji bo arteşa Tirk avakirina baregehên leşkerî, çêkirina rêyan, zirardayîna xwezayê û birrîna daristanan re dengê xwe derêxe?!.. 

Helbet siyaseta Kurdî ê rengînî be. Divê partiyên Kurd helwest û siyasetên hevdu rexne bikin. Lê rexneyên Kurdan ên bi hevdu re divê tenê ji bo xurtkirin û mayîndekirina destkeftiyên Kurdan be. Li Başûr pêşîvekirina ji dagirkeriya Tirkiyê re û ji bo têkbirina şervanên Kurd hevkariya bi arteşa Tirk re ne rexnekirin e û ne jî helwestekî Kurdî û Kurdistanî ye. Ev siyaset tenê destê rejîma Tirk a riziyayî bihêztir dike û di heman demê de destê Kurdan jî lewaztir dike. 

Hê jî partiyên Kurd ên mezin û bibandor ji bo yekîtî, danûstandin û siyaseteke Kurdî û Kurdistanî nikanin bêne cem hev. Lê berovajî vê yekê; hinek ji wan bi siyaseta Tirkiyê ya dijkurd re hevkariyê dikin. Ji ber vê rewşê, desketftiyên Kurdan pûç dibin û pêşeroja Kurdan şêlû dibe… 

Mixabin; siyaseta Kurdî û Kurdistanî, li sê parçeyên Kurdistanê di bin bandora siyaseta Tirkiyê de bênefes maye. Êdî wer bûye; ku pîvana têkilî û danûstandinên partiyên Kurd û çarçove û naveroka siyaseta Kurdî-Kurdî ji hêla hikûmetên Tirk ve tê destnîşankirin.

Tirkiye siyaseta Kurdan a navxweyî jî kontrol dike û bi provokasyonan pêşiya pêkhatina siyaseteke Kurdistanî digire. Ma bi hişê Tirkî siyaseta Kurdî dibe?!.

İlginizi çekebilir